Li Iraq piştî her hilbijartina parlamentê di avakirina hikumetê de krîzekê rû daye. Li gorî pergala parvekirina hêzê ya ku ji sala 2003’yan vir ve hatiye damezrandin, serokkomarî para Kurdan e, serokwezîrtiyê para Şîa ne û serokê parlamantê jî para Erebên Sûnî ye. Lê pêşbaziya di nava blokên Şîan de û hêzên derve rasterast bandorê li hilbijartina serokwezîrtiyê dike. Piştî muzakereyên demdirêj lêgerîna avakirina hevpeymaniyê û hevsengiyên desthilatdariyê yên herêmî û derveyî, bi mehan di rojevê de ye. Ev rewş careke din di hilbijartinên parlamentê de yên ku di 11’ê Mijdara 2025’an de hatin lidarxistin eşkere bû. Nêzîkî pênc meh û nîv e ku serokwezîr nehatiye destnîşankirin û hikûmet nehatiye avakirin.
Parlamenta Iraqê ji Meclisa Nûneran a ku ji 329 kursiyan pêk tê ava dibe. Ji bo avakirina hikûmetê pêwîstî bi zêdeyî 165 wekîlan heye. Erebên Şîa ku nêzîkî ji sedî 60 nifûsa welat pêk tînin, bloka herî mezin e. Lê ji ber nakokiyên navxweyî destnîşankirina namzetek ji bo serokwezîriyê zehmet dibe. Di hilbijartinên 11’ê Mijdarê de, Şîa 187 kursî, Sunniyan 77, Kurdan 56 û partiyên kotaya kêmanî 9 kursî bi dest xistin.
Li gorî partiyan, Tifaqa Îmar û Pêşveçûnê ya bi serokatiya Serokwezîrê niha Mihemed Şîa El Sûdanî bû yekemîn, Partiya Tekadum (giranî Sunnî ne) ya Serokê Parlamentê yê berê Mihemed Helbûsî bû duyemîn û Koalîsyona Dewleta Qanûn a Serokwezîrê berê Nûrî El-Malikî bû sêyemîn. Hat ragihandin ku rêjeya beşdarbûna dengdêran ji sedî 56 e û di hilbijartinên 2021’an de ev rêje ji sedî 41 bû. Kurdan hêza xwe parastin. Hilbijartin ji aliyê Tevgera Sadr ve hat boykotkirin û ev yek jî bû sedema belavbûna dengên Şîa.
GELO MALÎKÎ WÊ DÎSA BÊ HILBIJARTIN?
Piştî hilbijartinan, pêvajoya hilbijartina serokwezîr destpê kir. Çarçoveya Hemahengiyê ku ji partiyên Şîa pêk tê, di meha Çileyê de Nûrî Malîkî weke namzedê serokwezîriyê nîşan da. Ev gav ne tenê li Bexdayê, li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) deng veda. Serokê DYE’yê Donald Trump gef xwar ku eger Malîkî dîsa vegere ser desthilatê, ew ê piştgiriya ku dide Iraqê qut bike û got, "Dema ku Malikî li ser desthilatê bû, Iraq di nav xizanî û kaosekê de bû. Divê destûr nedin ku ev yek careke din biqewime. Ji ber siyaset û îdeolojiya wî ya dînîtiyê, eger ew (Malîkî) were hilbijartin wê DYE êdî alîkariya Iraqê nake û heke em ne li wir bin wê şensê serketin, geşbûn û azadiyê li Iraqê çênebe. Iraqê dîsa mezin bikin." Malîkî jî gefên Trump weke "binpêkirina serweriya Iraqê û gefa derveyî" bi nav kir.
Malîkî ku ji sala 2006’an heta 2014’an Serokwezîrê Iraqê bû, wekî kesayetekî nêzîkî Îranê tê dîtin. Di serdema Malîkî de Sûniyan bi Kurdan re şer kir û di têkiliyên bi DYE’yê re alozî derket holê. Di sala 2014’an de, piştî ku DAÎŞ’ê beşek girîng a Iraqê bi dest xist, Malîkî neçar ma ku ji peywira xwe îstifa bike. Lê Malîkî îro jî di siyaseta Iraqê de bi bandor e û têkiliyên xurt ên bi komên nêzîkî Îranê re berdewam dike.
DEM KURT DIBE
Çarçoveya Koordînasyonê, Malîkî weke namzedê serokwezîriyê destnîşan kir, lê paşê pêvajo xitimî. Her çiqasî aliyê Malikî piştgiriyek xurt wergirt jî, yên nêzîkî Sûdanî xeta Asaib Ehl-î Heq û Ammar el-Hekîm li dijî namzetiyê derketin. Çarçoveya Koordînasyonê ji Çileyê û vir ve gelek caran civiya lê nekarî namzetek hevbeş diyar bike. Civîn timî têne paşxistin. Aliyek, Malîkî yan Serokê Saziya Edalet û HEsabpirsînê Basim el-Bedrî destnîşan dike, lê aliyê din piştgirî dide Midûrê Ofîsa Sûdanî Îhsan el-Avadî. Civîna dawî ku dihat payîn di 22’yê Nîsanê de were lidarxistin, taloqî 24’ê Nîsanê hat kirin. Tê payîn ku rêberên Şîî êvara Çarşemê li Bexdayê li mala Serokê Konseya Bilind a Îslamî Humam Hamudî bicivin.
Bi hilbijartina Nizar Amêdî wekî Serokkomar, dema ji bo destnîşankirina serokwezîriyê her ku diçe teng dibe. Li gorî Destûra Bingehîn a Iraqê, partiyên Şîa ku bloka herî mezin a parlementoyê pêk tînin, ji 11’ê Nîsanê pêve divê di nav 15 rojan de namzetê serokwezîriyê destnîşan bikin û pêşkêşî Serokkomar bikin. Li gorî xala 76’an a Destûrê 30 roj dema namzet heye ku hikûmetê ava bike û ji parlamentoyê dengê baweriyê werbigire. Yanî roja dawî ya destûrî 25’ê Nîsanê roja Şemiyê ye. Ji ber vê yekê civîna ku hatiye paşxistin ku tê payîn vê Înê pêk were, şensê dawî yê Çarçoveya Hemahengiyê ye.
BLOK Û MÎLÎSÊN ŞÎA
Avaniya siyasî ya Şîa li Iraqê li dora Çarçoveya Hemahengiyê hatiye avakirin. Ev sîwan; hêzên Heşdî Şabî ku ji aliyê rejîma Îranê ve têne piştgirîkirin û partiyên kevneşopî di nava xwe de dihewîne. Lîderê Koalîsyona Dewleta Qanûn Malîkî, lîderê Esayîb Ehl-î Heq Kays el-Hazalî, lîderê Rêxistina Bedir Hadî el-Amîrî, lîderê Hêzên Dewletê ya Neteweyî-Hîkmet Ammar el-Hekîm û lîderê Tifaqa Îmar û Pêşveçûnê Sûdanî wekî serokên blokên Şîa derdikevin pêş. Şîa yên ku li herêma Besrayê ya dewlemendê petrolê ye û Bexdayê ji hêla aborî û îdarî ve bihêz in û ji ber hêzên xwe yên milîs di warê leşkerî de jî bi bandor in.
Komên leşkerî yên Şîa ku di bin sîwana Heşdî Şabî de ku di sala 2014’an de li dijî DAÎŞ’ê hat damezrandin, bûne yek, îro hem wekî hêzên dewletê yên fermî û hem jî wekî aktorên siyasî û leşkerî yên xweser têne bicihkirin. Pêkhateyên di nava partiyên Çarçoveya Hemahengiyê de ketine nav hev, rasterast bandorê li ser nîqaşên namzetiya serokwezîriyê dikin û parvekirina hêza mezhebî tevlihev dikin. Mînak; Rêxistina Bedir di hilbijartinên 2025’an de bi qasî 18 kursî û Esayîb Ehlûl Heq jî 27 kursî bi dest xistin.
Her wiha milîsên Şîî li Besra, Necef, Kerbela û Bexdayê hem aliyên ewlehî û hem jî aboriyê kontrol dikin. Di zeviyên petrolê, deriyên sînor û îhaleyên hikûmetê de bi bandor in. Di hilbijartinên parlamentoyê de ji bo diyarkirina dabeşkirina wezaretan û di danûstandinên budçeyê de hêza vetoyê bi kar tînin. Ev hevsengî ji Çileyê ve rasterast bandorê li krîza hilbijartina serokwezîr û avakirina hikûmetê dikin.
ÇERXA BÊSÛD
Krîza heyî her çiqas ji sala 2003'an ve derketiye holê jî, hilbijartinên 2018, 2021 û 2022 bi jan derbas bû. Di hilbijartinên 2018'an de Tifaqa Ber Bi Reforman (Tifaqa Sairoon) a Muqteda es- Sadr piraniya kursiyan bi dest xist, lê lihevkirin çênebû. Adul Abdulmehdî wekî serokwezîrê serbixwe hat hilbijartin. Sala piştî wê, di meha Cotmehê de zêdeyî 400 kes di çalakiyên ku bi protestoya, "Bêkarî, gendelî û kêmaniya xizmetên giştî" mirin. Ebdulmehdî li ser banga rêberê olî yê Şîeyên Iraqê Ayetullah Elî es Sîstanî îstifa kir. Pêvajoya avakirina hikûmetê nêzî salek dewam kir û aloziyên mezhebî zêde bûn.
Di hilbijartinên pêşwext ên Cotmeha 2021'an de Tevgera Sedr bi 73 kursiyan re koma herî mezin ava kir. Sadr hewl da hikûmetekî piranî ava bike, lê nekarî bi Çarçoveya Koordînasyona Şîa û blokên din re li hev bike. Alîgirên Sadr di sala 2022'an de ji parlamentoyê vekişiyan. Li ser vê yekê, Mihemed Şîa es-Sudanî di Cotmeha 2022'an de bi alîkariya Çarçoveya Koordînasyonê bû serokwezîr. Her çend Sudanî bi sozên reformê dest bi erka xwe kir jî, nekarî pêşbaziya di navbera blokên Şîa de rawestîne û bandora hêzên milîs bişkîne.